• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mizgîn Aydin arrow Ewropaya þerxwaz
Ewropaya þerxwaz Binivîse E-posta
 
Salên borî Parlementoya Ewropayê raporek der barê Tirkiyeyê de amade dikir û dipejirand. Di van raporan de pêþketinên li Tirkiyeyê dihatin nirxandin û daxwazên PE'yê dihatin bilêvkirin. Lê belê îsal wisa nebû, roja 24'ê mehê di Parlemena Ewropayê de tenê pêþniyarbiryarek hate qebûlkirin.

Min demên borî jî anîbû ziman ku, Yekîtiya Ewropayê (YE) pir durû tevdigere. Di nava vê Yekîtiyê de hin hêz hene ku naxwazin Tirkiye zêde nêzî Ewropayê bibe. Ev hêz bi rêzepîlanan dixwazin riya Tirkiyeyê bi zehmet bikin. Car caran ev hêz maskeyan dikin serê xwe û xwe weke alîgirên Tirkiyeyê jî didin xuyakirin. Yên ku zêdetir zirarê didin Tirkiyeyê û nahêlin pirsgirêka kurd çareser bibe jî ev hêz in. Mixabin rayedarên Tirkiyeyê jî nêzîkatiyên van hêzan weke alîkarî dinirxînin û wisa jî bi raya giþtî ya Tirkiyeyê didin xuyakirin.

Pêþniyarbiryara ku roja 24'ê mehê ji aliyê PE'yê ve hate qebûlkirin xwediyê naverokeke pir xeter e. Bi taybetî ev pêþniyarbiryar bi armanca ku Tirkiye ji YE'yê were dûrxistin hate pejirandin. Parlementera ku vê pêþniyarbiryarê amade kiribû, xanim Oomen-Ruijten Ria ji grûba Xirîstiyan Demokratan e û heman kom li dijî endametiya Tirkiyeyê ye. Lewre divê wateya wê were zanîn.

Di naveroka vê pêþniyarbiryarê de û her wiha di niqaþên ku der barê wê de hatin kirin de durûtiya vê parlementoyê baþ aþkera bû. Bi awayekî pir vekirî nebe jî, PE'yê xwe weke alîgirê operasyoneke dewleta tirk ji bo Baþûrê Kurdistanê diyar kir. Berî her tiþtî divê ev weke davekê li hemberî Tirkiyeyê were dîtin û pejirandin. Biþtî ku dewleta tirk çû Baþûrê Kurdistanê wê ev Parlementer bi hêsanî bêje " Tirkiye welatekî dagirker e û cihê wî di nava civaka Ewropayê de nîn e". Pêwîst e ev nêzîkatiya Ewropayê baþ were fêmkirin û li gorî wê hewldan û daxwazên wê werin pejirandin.

Li gorî min rayedarên dewleta tirk di nava rewþeke pir xeter û her wiha nezan de ne. Heke ev nêzîkatiyên YE'yê baþ neyên dîtin û li gorî wê gav neyên avêtin, wê Tirkiye ber bi rewþeke pir aloz ve biçe. Dibe ku di encama vê rewþê de gelê kurd bikaribe bibe xwediyê hin derfetan jî. Di vî warî de hêvî û baweriya min jî heye, lê belê wê ev pêvajo bibe sedemê pir windayiyên kurd û tirkan jî. Lewre divê ev nêzîkatiya ewropiyan ji aliyê kurd û tirkan ve baþ were dîtin û pejirandin.

Di pêþniyarbiryara PE'yê de Hêza Rizgariya Gelê Kurd, bi xalekê tê þermezarkirin. Lê belê di heman pêþniyarbiryarê de êrîþên li dijî bûroyên DTP û rayedarên wê nayên dîtin. Bi vê helwesta xwe, PE'yê cesaretê dide artêþa tirk û nijadperestan, da ku ew li dijî hemû kurdan bikevin nava þerekî qirêj. Tirkiyeke bialoz dikare ji ewropiyan re baþtir xizmetê bike. Lewma, heya ku ji destê ewropapiyan tê ew rewþê bialoz dikin. Li vir ya herî girîng ew e ku gelê kurd xwînsariyê ji dest bernede. Li hemberî hemû êrîþan lazim e kurd bikaribin xwe biparêzin û bizanibin siyasetê bikin.

Ji Ewropaya îroyîn, ne kurd û ne jî tirk dikarin zêde tiþtekî erênî hêvî bikin. Ji ber ku daxwaza wan þer e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


29-10-2007 07:36 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 29-10-2007 07:36. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 46 time. You can leave a comment. Last update on 29-10-2007 07:36
Views: 615    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;