• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mizgîn Aydin arrow Ergenekon
Ergenekon Binivîse E-posta
 
Hemû herêma Rojhilata Navîn di nava rewþeke aloz de ye, lê belê ya Tirkiyeyê zêdetir aloz e. Hin alozî bi zanabûn ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatine çêkirin û tên kûrkirin. Heke di nêzîkatiya rayedarên tirk de zanetî hebe, ji bo paþeroja komara tirk xetereke mezin e. Lê belê ez wisa nafikirim, li gorî ku ez diþopînim her tiþt di çarçoveya planeke dewletê de dimeþe.

Çend rojan berê çeteyek bi navê Ergenekon hate girtin. Endamên vêçeteyê ji derdorên cur bi cur in. Bi piranî û wisa jî tê dîtin, ên di nava wan de pêþengiyê dikin leþkerên teqawit in. Demên borî der barê hin ji van kesan de pir tiþt hatin gotin. Lewre hebûna vê çeteyê ji mêj ve dihate zanîn. Lê belê, ji ber hin hesab û fikaran dewleta tirk bi ser wan ve nediçû û nedixwest bike rojeva raya giþtî.

Belê, çawa bû ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê wiha cesaret girt û endamên vê çeteyê kirin bin çavan. Ji 22’yê çileyê vir ve, der barê vê mijarê de li Tirkiyeyê cur bi cur nîqaþ têne kirin. Ez bi xwe armanca giraniya van nîqaþan di çarçoveya plana dewletê de dibînim. Bi pêþketina pêvajoyê ve di rojên pêþ de wê ev plan baþtir were dîtin.

Beriya her tiþtî bi deþîfrekirina çeteyeke wisa û girtina hin endamên wê rayedarên tirk dixwazin bidin diyarkirin ku ew paqijiyekê dikin. Ez naxwazim subjektîf bifikirim, heke bi rastî di bingeha armanca dewletê de paqijiyek hebe em ê kêfxweþ bibin. Lê belê dema ku mirov li dîroka nêz ya Tirkiyeyê dinêre tiþtekî wisa zehmet tê dîtin. Tu car çete bi ser çeteyan ve naçe, heke mijara gotinê Tirkiye be ev hê jî bi zehmet e.

Li derveyî Tirkiyeyê jî ev bûyer bi guman û di nav bêdengiyê de hate pêþwazîkirin. Taybetî li Ewropayê, ji aliyê pir derdoran ve weke bûyereke bixêr nehatiye dîtin. Ez wisa texmîn dikim ku heman derdor li benda encamên hiqûqî ne. Heke lêkolîn werin kûrkirin û rayedarên dewletê, ku navê wan di dosyayê de derbas dibin, ên weke Yaþar Buyukanit, werin cezakirin wê demê em ê jî û hin ewropî jî dê kêfxweþ bibin. Mixabin ev jî weke xeyalekê ye.


04-02-2008 08:09 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-02-2008 08:09. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment. Last update on 04-02-2008 08:09
Views: 439    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;