Roja 3’yê nîsanê
Diwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê biryareke xwe ya
girîng aþkere kir. Ez bawerim ev cara yekem e ku heman Dîwan
biryareke wisa ku li dijî nêzîkatiya siyasî
ya saziya YE’yê ye digire. Lewre divê ev xal baþ were
notkirin.
Li vir ez dixwazim bi bîr bînim
ku, Konseya Yekîtiya Ewropayê, sala 2002’an de navê
PKK’ê, sala 2004’an de jî navê KONGRA-GEL
xistibû lîsteya xwe a der barê rêxistinên
terorîst de. Heman salan de rayedarên van du rêxistinan
ligel Dîwana Dadê a YE’yê doz vekirin. Lê
belê ji ber ku ev saziya dadî serbixwe nîn e û
li gorî berjewendiyên aborî û siyasî ên
YE’yê tevdigere wê nikaribû vê dozê
zû bi dawî bikira. Lewma biryara der barê PKK’ê
de 6 salan, a der barê KONGRA-GEL de jî 4 salan þûn
de hat girtin.
Bi derengî be jî ev biryar,
ji aliyê me kurdan ve, dikare bi awayekî erênî
were nirxandin. Piþtî çend salan be jî û li
gorî prosedûrê be jî, heman biryar weke
lêborînekê serîgirtî ya YE dikare were
pejirandin.
Der barê vê biryara mijara
gotinê de ez dixwazim ev xalan baþ werin fêmkirin, 1: Bi
girtina vê biryarê baþ hatiye diyarkirin ku têkoþîna
Rizgariya Demokratîk a Gelê Kurd meþrû ye û
saziyên wî jî bi awayekî hêsan weke
terorîst nayên dîtin. 2: Di nêzîkatiya
YE’yê de kêmasiyên mezin hene û ji þeþ
salan vir ve li hemberî gelê kurd xeletî tên
bikaranîn. 3: Konseya Yekîtiya Ewropayê saziyeke
siyasî ye û navê PKK û yê KONGRA-GEL jî
li gorî berjewendiyên xwe ên aborî û
siyasî xistiye lîsteyê.
Ji 3’yê nîsanê vir
ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Çendî
YE’yê lîsteya xwe ji nû ve ber çavan re
derbas neke û navê van rêxistinên kurdan
dernexîne jî, êdî kes nikare bi hêsanî
têkoþîna gelê kurd bi terorîzmê
tawambar bike. Heke saziyên kurdan û hemû kurdên
welatparêz bizanibin vê biryarê baþ bi kar bînin,
ev dikare weke pêngaveke pir hêja were nirxandin. Ez
bawerim ji ber vê rastiyê jî rayedarên
hikûmet û mixalefeta tirk di nava lêgerînekê
siyasî û dadî de ne ku ev biryar di pratîkê
de bêencam bihêlin.
Roja ku heman biryar hate aþkerekirin
hin derdoran vê bûyerê weke helwesteke taybetî
û siyasî a YE’yê, ji ber vekirina doza li dijî
AKP nirxandin. Lê belê ne wisa ye, ti girêdana vê
biryarê û dozavekirina li dijî AKP’ê bihev
re nîn e.
Saziyên YE’yê, ên
weke Parlamen, Komisyon û Konsey, êdî nikarin bi
hêsanî êriþên têkoþîna gelê
kurd bikin. Dibe ku car caran di pratîkê de hin
nêzîkatiyên tûnd dîsa çêbibin,
lê belê êdî ne mimkune ku siberoj weke demên
borî be. Lewre, ez dixwazim dîsa dubare bikim ; ji 3’yê
nîsanê vir ve pêvajoyeke nû dest pê
kiriye û dimeþe.
farasî
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-04-2008 11:30. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 07-04-2008 11:30 Views: 225
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 225