Ji hilbijartinên 22’yê tîrmehê vir ve
dewleta tirk, bi hemû sazî û derfetên xwe di nava dîplomasiya þer de ye. Bi
taybetî, piþtî ku destûrname ji Meclîsa Tirkiyeyê derket þûnde hikûmeta AKP’ê
hemû karê xwe li ser esasê pêkanîna dîplomasiya þer dide meþandin. Digel van
hewldanan heya niha tu hêzeke navneteweyî soza alîkariyeke cidî nedaye dewleta
tirk.
Digel ew qas hewldanên rayedarên tirk, ne diyar
e ku ew ê bikaribin ji xwe re alîkariyeke navneteweyî bibînin an jî na... Wisa
tê xuyakirin ku wê hikûmeta AKP’ê hewldanên xwe hê jî bidomîne.
Di van rojên borî de Wezîrê Tirk yê Karên
Derve Ali Babacan çû serdana hemû welatên herêmê. Bi taybetî hewldanên dewleta
tirk ên bi armanca ku Iraq
û Îranê bigire bin bandora xwe hê jî berdewam dikin. Li gorî ku tê dîtin, ne Iraq û ne jî
Îran naxwazin li gorî daxwaza dewleta tirk tevbigerin û helwestê raber bikin.
Li hemberî van hewldanên dewleta tirk Îran
jî di nava tirs û lêgerînekê de ye. Ahmedinejad û rêveberiya wê ditirsin ku
operasyoneke leþkerî ya tirkan bibe bingeha êrîþekê li dijî Îranê. Lewma Îran
bi dilsarî nêzîkî daxwaza tirkan dibe. Heke konsansûsek di navbera Îran û
Tirkiyeyê de were dîtin, dibe ku nêzîkatiya Îranê biguhere. Lê belê heya niha
nîþaneke wisa tune ye.
Hefteya borî Wezîra Amerîkî ya Karên Derve
Condoleezza Rice hate Enqereyê. Digel daxuyaniyên ku hatin dayîn kes nikare
bêje wê Amerîkî piþtgiriya operasyoneke tirkan bikin. Bêguman Amerîka destekê
nade ku tirk Iraqê dagir bike. Helwesta tirkan a der barê Iraqê de ji aliyê vê
hêzê ve baþ tê zanîn. Lewre em nikarin nêzîkatiyeke cûda ji Amerîkayê hêvî
bikin.
Îro, roja 5’ê mijdarê 2007, Tayîp Erdogan û
George W. Bush li Washingtonê tên cem hev. Dema ku ez vê quncikê dinivîsim
Erdogan di rêya Washingtonê de ye. Ji carên borî cûdatir, vê carê sê general jî
di balefira Erdogan de ne. Bi îhtimaleke mezin, wê ev general di hin hevdîtinan
de jî amade bin. Ez wisa dibînim ku Erdogan naxwaze û nikare tenê bi serê xwe
hin sozan bide Amerîkayê. Lewre, ev serdana Erdogan dikare di nêzîkatiya
dewleta tirk de hin guhartinên girîng bide destpêkirin.Tê zanîn ku, bi riya
Parlementoya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê jî nêzîkatiyeke nerm nîþanê daxwaza
dewleta tirk a ji bo operasyonekê li Baþûrê Kurdistanê da. Lê belê dîsa jî hê
kes nikare bêje ku ev YE ligel dewleta tirk e. Di nava vê hêza ewropî de cur bi
cur derdor hene. Yên ku dixwazin Tirkiye ber bi rewþeke hê aloztir biçe jî
hene. Bêguman ev derdor naxwazin Tirkiye bibe endamê YE’yê. Bi taybetî mirov
dikare hewldana Demokratên Xirîstiyan ên Ewropî wisa bibîne. Lewre, paþeroja
pêvajoya guftûgoyan jî, di navbera YE’yê û Tirkiyeyê de zêde diyar nîn e.
Dusibê, roja 6’ê vê mehê Komisyona Ewropayê
jî rapora xwe ya der barê Tirkiyeyê de aþkere dike. Ez wisa difikirim ku wê di
vê raporê de jî zimanekî nerm were bikaranîn.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-11-2007 07:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 39 time. You can leave a comment.
Last update on 05-11-2007 07:52 Views: 605
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 605