• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mizgîn Aydin arrow Çareseriya siyasî ferz e
Çareseriya siyasî ferz e Binivîse E-posta
 
Operasyona bejayî çawa ku dihate fikirandin dewam nekir. Li gorî daxûyaniyên rayedarên tirk ên leþkerî û siyasî, wê ev operasyon dirêj dom bikira. Lê belê wisa nebû, di roja 8'emîn de artêþa tirk hêzên xwe ji qada operasyonê þûnde kiþand.

Der barê bidawîanîna operasyonê de cur be cur nirxandin têne kirin.

Beriya her tiþtî sedema vegera artêþa tirk ne helwesta Amerîka û ya hin derdorên din ên navneteweyî bû. Sedema yekemîn; artêþa tirk nikaribû li hemberî gêrîlayên HPG’ê xwe bigire. Artêþa tirk baþ dît ku mayîna li çiyayên Kurdistanê wisa hêsan nîn e. Lewre Yaþar Buyukanit dibêje “ên ku dibêjin ‘çima vegeriyan’ bila biçin li wê derê 24 saetan bisekinin”. Ez bawerim ev hevok hemû tiþtî aþkera dike.

Ji bo berdewamkirina vê operasyonê heke hêz û quweta artêþa tirk hebûya ez bawer im wê operasyonê dirêj dom bikira.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ku alîkariyê dan dewleta tirk ku operasyonê pêk bîne, wê rojên pêþ de bibin xwediyê hin helwestên cuda. Ev hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û biryarên xwe li gorî hêzbûyînê didin.....

Hefteya borî li Parlamentoya Ewropayê me civîneke çapemeniyê li dar xist. Ligel me nûnerên sê saziyên kurdan, sê parlamenterên ewropî û du jî parlamenterên belçikî di vê civînê de amade bûn. Armanca pêkanîna vê civîna çapemeniyê ew bû ku em helwesta xwe li dijî dagirkirina baþûrê Kurdistanê raberî raya giþtî bikin. Di vê civînê de, ligel çapemeniya ewropî rojnamevanên tirk jî hebûn. Piþtî vê civînê Koma Çepan a li Parlamentoya Ewropayê daxûyaniyeke fermî jî weþand û ji dewleta tirk xwest ku operasyonê bisekinîne û leþkerên xwe bi þûn ve bikiþîne. Her wiha wan anî ziman ku çareseriyeke demokratîk, ji bo pirsgirêka kurd ferz bûye.

* * * *

Îro û sibê (rojên 3 û 4’ê Adarê) li Parlamentoya Ewropayê konferansek tê lidarxistin. Ev konferans ji aliyê sê komên siyasî ve, Koma Sosyalîstan, Koma Lîberalan û Koma Keskan ve hatiye amadekirin. Bi giranî axêvgerên vê konferansê ji Tirkiyeyê hatine vexwendin. Birêz Ahmet Turk û xanim Aysel Tugluk jî weke axêvger hatine vexwendin. Bêguman di vê konferansê de jî wê mijara dagirkirina baþûrê Kurdistanê were nîqaþkirin. Di nivîsa xwe ya hefteya pêþ de ez ê hewl bidim ku li ser vê konferansê rawestim.

* * * *

Roja 1’ê adarê salvegera 5’emîn a destpêka weþana Roj Tv’ê bû. Ji bo biyaniyan roja 29’ê sibatê resepsiyonek hate dayîn. Pir dost û hevalên kurdan hatibûn vê resepsiyonê. Roja 1’ê adarê jî bi sedan kurdîstanî tevli resepsiyonê bûn.

Di jiyana kurdan de Roj Tv xwediyê cihekî pir girîng e. Ev amûr bi ked û xwîdana gelê kurd hatiye avakirin û dimeþe. Dewleta tirk bi rêbazên pir qirêj dixwaze vê amûrê ji destê kurdan derxîne. Lê belê gelê kurd û dostên wî nahêlin ku dewleta tirk bigihîje armanca xwe.

Di vê salvegera 5’emîn de ez Roj Tv’yê li hemû kurdistaniyên bixîret pîroz dikim.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


03-03-2008 09:38 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-03-2008 09:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 03-03-2008 09:38
Views: 315    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;