Konsepteke qirêj, bi armanca înkar û pelçiqandinê li dijî gelê kurd dimeþe û roj bi roj li pêþ dikeve. Bi alîkariya hêzên navneteweyî dewleta tirk hemû derfetên xwe xistine xizmeta vê konsepta qirêj. Li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê êrîþên dewletê bênavber li dijî nirxên kurdan çêdibin. Kes nikare der barê dûmahîka van êrîþan de tiþtekî beyan bike. Dibe ku heya meha adarê jî heman þerê qirêj bidome.
Weke tê zanîn, parçeyekî vê konsepta qirêj li dijî Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meþandin. Ji 1'ê adara 2007'an vir ve ji raya giþtî ya cîhanê re hatiye aþkerakirin ku dewleta tirk jahrê dide birêz Ocalan û êrîþê jiyana wî dike. Bi armanca protestokirina vê nêzîkatiya dewleta tirk û daxwazekê li CPT û Konseya Ewropayê were kirin, di navbera 11'ê nîsanê û 19'ê gulana 2007'an de nûnerên kurdan çalakiyeke greva birçîbûnê li Strasbourgê pêk anîn. Tê zanîn ku encama vê çalakiyê de CPT‘ê heyetek ku ji pisporan pêk dihat þand girava Îmraliyê û der barê rewþa tenduristiya birêz Ocalan de lêkolînek kir. Lê belê heya niha tu agahî ji raya giþtî re nehatiye ragihandin. Li gorî gotinên birêz Ocalan ew tim di bin zexta heman êrîþên qirêj de ye, rewþa tenduristiya wî jî ne baþ e.
Di pêvajoyeke wisa giran û xeter de kurdên li Ewropayê naxwazin bêdeng û bêhelwest bimînin. Di çarçoveya pêngava Êdî Bes e de, roja 7'ê çile (îroj) çalakiyeke nû li bajarê Strasbourgê, bi pêþengiya Komeleya Çanda Kurd û Fransiz hate destpêkirin. Ev çalakî bi rêbazeke nû tê meþandin. Greva birçîbûnê nîn e lê belê bi mehan wê kurd li pêþiya avahiya Konseya Ewropayê rûnên û daxwazên xwe bînin ziman.
Îroj çalakiyê dest pê kir. Ji vir þûn de wê her roj, di navbera saet 11 û 16'an de çalakger biçin pêþiya avahiya Konseya Ewropayê. Li gorî nûnerên saziyên kurdan wê her roj cihê çalakiyê, ji aliyê bi sedan kurdan ve were ziyaretkirin. Ez bawerim wê ev çalakî bibe qibleya têkoþîna kurdên li Ewropayê.
Civata giþtî ya Konseya Ewropayê di navbera 21 û 25'ê çile de dicive. Çav li rê ye ku mijara rewþa tenduristiya Serokê Gelê Kurd jî di heman demê de were nîqaþkirin.
***
Divê were zanîn ku, di meþandina vî þerê qirêj de hêzên Ewropî ligel dewleta tirk cih girt. Lewma li dijî çalakiyên kurdan jî dijberiyek heye. Lê belê digel hemû rewþ û hewaya neyênî, pêwîst e kurd bêdeng û bêhelwest nemînin. Li ku dibe bila bibe divê dengê kurdan hê bilindtir bibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-01-2008 08:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 07-01-2008 08:04 Views: 558
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 558