Ji hilbijartinên 22’yê tîrmehê vir ve hedefekê hikûmeta AKP'ê ya taybet heye. Bi lêva R. T. Erdogan hatiye aþkerakirin ku, di hilbijartinên herêmî, ên 2009’an de wê AKP qezenckirina þaredariyên Amedê, Dêrsimê û Þirnexê ji xwe re bike hedef. Ev armanca AKP’ê ya aþkera ye.
Ji destpêka damezrandina hikûmeta xwe ya duyemîn vir ve AKP'ê ji xwe re kiriye armanc ku ew doza rizgariya gelê kurd daxîne asta hin pirsgirêkên aborî û civakî. Ji tîrmeha 2007'an vir ve AKP çêkirina senaryoyên bi vê armancê kiriye xala yekemîn a rojeva navenda xwe. Ji bo vê armancê bidest bixe, di serî de R. T. Erdogan, Dengir M. Mehmet Firat, Abdulkadir Aksu, Mehdî Eker û hin rayedarên din ên payebilind ên AKP’ê hewldanên taybet li pêþ dixin. Di nava karên ku ew dimeþînin de yên herî girîng amadekariyên ji bo hilbijartinên herêmî ne.
Û AKP dixwaze di van hilbijartinan de derbeyê li doza rewa ya gelê kurd bixe. Wisa tê armanckirin ku, bi riya hilbijartinên herêmî û di þexsiyeta DTP’ê de ev derbe were lêdan. Lewma bajarên weke Amed, Dêrsim û Þirnexê ku heya niha di pêþxistina têkoþîna rizgariya demokratîk a gelê kurd de rolên sereke leyîstine, ji xwe re kiriye rêza yekemîn.
Dê were zanîn ku Amed ne tenê dilê amediyan e, ew her wiha dilê hemû kurdan e. Ne tenê kurdên Bakur, her wiha kurdên Baþûr, Rojhilat, Baþûrojava û ên li diyasporayê jî Amedê ji xwe re wek dil dibînin. Heke ev dil baþ kar neke tê wateya ku hemû kurd nesax in. Lewre divê tu car ev dil nesekine û xwe nesax neke. Ez bawerim hayê hemû amediyan ji vê heye.
Ji salên 1990'î vir ve Amed bi awayekî rojane ruhê Têkoþîna Rizgariyê dijî. Roj tuneye ku di vî bajarî de çalakiyên cur bi cur neyên tanzîmkirin. Bêguman di pêþxistina van çalakiyan de rola herî sereke amediyan leyîstine û ji vir þûn de jî heman rol li ser milên Amediyan e. Cefa û zehmetiya herî zêde ji aliyê wan ve tê kiþandin. Ev rastî ji aliyê hemû kurdan ve baþ tê dîtin û her kurd jî bi wê serfiraz e.
Dewleta tirk jî baþ dizane ku rola Amedê mezin e. Lewre ew jî di nava cur bi cur hewldanan de ye ku vî bajarî bixe. Lê belê Amed nakeve, ne amedî û ne jî gelê kurd wê nehêlin rayedarên dewleta tirk bigihêjin armanca xwe û kêfxweþ bibin. Çendî rayedarên AKP û ên dewleta tirk hewldanên taybet û qirêj li pêþ bixin ew ê nikaribin wê kêfxweþiyê bijîn.
Gelê kurd êdî dizane dîrok çawa tê xwendin. Birîna zîndana Amedê û qetlîama þoreþgerên weke Vedat Aydin û Apê Mûsa hê di dilê gelê kurd de germ e.
Di vê sedsala 21’an de tenê Serhildan û Serfirazî layîqê Amedê ye. Ne AKP û ne jî dewleta tirk dikarin Amedê ji vê rê derxînin.
***
Ez pir bi bîr û bawerim ku ez ê di siberojeke nêz de bikaribim li vî Bajarê Pîroz vî quncikî binivisînim û bi ewle û dilxweþiyeke mezin di kolanên Amedê de bigerim. Ev roj ne tiþtekî luks e. Ji bo her kurdekî mafê xwezahî ye û divê wisa be.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 21-01-2008 08:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 21-01-2008 08:07 Views: 534
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 534