• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Aloziyên awarte
Aloziyên awarte Binivîse E-posta
 

Rojeva Tirkiyeyê bi aloziyên pir awarte ve tije ye. Bi taybetî ji 9’ê kewçerê vir ve ev alozî her diçe gur dibin. Çi hikûmet û saziyên din yên dewletê û çi jî raya giþtî ya Tirkiyeyê, bi awayekî pir zindî di nava van aloziyên awarte de ne.

Dema ku mirov li asta van aloziyên li Tirkiyeyê dinêre, kes nikare der barê bidawîanîna vê pêvajoyê de tiþtekî net bêje. Nîqaþên ku li vî welatî hatine destpêkirin nikarin bêencam bi dawî bibin. Bi vê asta aloziyan êdî ne mimkûn e pirsgireka kurd weke demên borî were dîtin û nîqaþkirin. Ne ji aliyê kurdan ve û ne jî ji aliyê raya giþtî ya tirk ve, li gorî nêzîkatiyên borî rewþa heyî nikare were qebûlkirin.

Der barê afirandina rewþeke aramî de, ne diyar e wê hikûmeta AKP’ê çawa tevgere. Ne hikûmet û ne jî artêþ der barê pêkanîna operasyonekê li Baþûrê Kurdistanê de xwediyê biryareke zelal nîn in. Lê belê dîsa jî mijara pêkanîna operasyonê ya herî zêde tê nîqaþkirin. Gelo pêkanîna operasyonê wê bikaribe ji hin aloziyan re bibe derman? Ya ku ez dikarim bêjim, pêkanîna operasyonê dikare rê li pêvajoyeke nû vebike. Lê belê çawa?

Di prensîbê de ez alîgirê þer nîn in em, lê belê, ji bo ku hin derdorên þerxwaz bi hin rastiyan re rû bi rû bimînin ez pir zêde li dijî operasyonê nîn im. Ez bawerim Hêzên Rizgariya Demokratîk a Gelê Kurd jî di vî warî de xwediyê hin amadekariyên baþ in. Bêguman ji operasyoneke wisa wê gelê kurd jî hin zirarê bibîne, lê belê çawa ku heya niha têkoþîna gelê kurd bêzerar pêþneketiye wê ji vir þûn de jî hin zirar hebin. Lewma divê em kurd ji hin çetinayiyên din re jî amade bin.

Ji hilbijartinên 22’yê tîrmehê vir ve DTP bi zexteke dijwar a dewletê ve rû bi rû ye. Heya niha cur bi cur rayedarên dewleta tirk li dijî vê partiyê gef û gur anîne ziman. Bi taybetî tehdîta Yaþar Buyukanit pir baþ diyar kir ku wê di rojên pêþ de li dijî rayedarên vê partiyê operasyonek dest pê bike. Gulebarankirina avahiya navendî ya DTP û binçavkirina þaredarên wê wek sînyalekê ji bo parlementerên vê partiyê ye. Wisa dixuye ku wê rojên pêþ de zextên dewletê zêdetir dijwar bibin. Lewre, li dijî van êriþên dewleta tirk, pêwîst e rayedarên DTP û bi taybetî jî parlementerên kurd xwediyê helwesteke zelal û bibiryar bin. Heke di nêzîkatiya wan de tirs û sistayî hebe, ew ê zêdetir bibin hedefa êrîþan û bipelçiqin.

Li hemberî vê rewþa awarte û aloz ya Tirkiyeyê, di qada navneteweyî de bêdengiyek heye. Çiqas jî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, bi hin daxuyaniyan nêzîkatiyên xwe lidijî pêkanîna operasyonekê li Baþûrê Kurdistanê anîbin ziman jî, em nikarin bawer bikin ku ev hêz wê bikevin nava helwesteke pratîk. Lewre, heke dewleta tirk cesaret bike û biçe Baþûrê Kurdistanê, ev hêzên navneteweyî wê zêde asteng nekin. Li vir ya herî girîng biryara dewleta tirk e.

Helwesta Hêzên Kurdên Baþûrê Mezin jî, der barê pêkanîna operasyoneke artêþa tirk de zêde cidî nîn e. Heke dewleta tirk bibiryar be û operasyonê pêk bîne, ez bawer nakim ku PDK û YNK bikevin nava helwesteke dijber. Lê belê ez nikarim bêjim ku ew ê ji tirkan re bibin alîkar jî.

15-10-2007 08:31
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 15-10-2007 08:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 40 time. You can leave a comment. Last update on 15-10-2007 08:31
Views: 578    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;