• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Wargeha cejna nûjeniyê AMARA!
Wargeha cejna nûjeniyê AMARA! Binivîse E-posta
 
Gelo ji bo çi gelê me berê xwe didin û ber bi vî gundê AMARA’yê diçin?

Gelo dewleta tirkan jî çima ew qas ji vê meþa gel ya ber bi AMARA’yê ve ditirse?

Ev mijareke gelek giring e û hêjaye lêkolîn û þîroveyeke kûr û dûr pê divê.

Hez dikim di vê nivîsa xwe de li ser vê babetê çend gotinan bêjim.

Gelek caran tê gotin, ma gelo dîrok dubare dibe(?), an jî pêdivî heye ku, dîroka rast a gelan ji nû ve bê nivîsandin.

Di van her du biwêjan de rastî heye.

Wekî tê zanîn, Riha, bi navê bajarê Pêxemberan tê naskirin. Pêxemberê destpêkê Hz.Brahîm ji vî bajarî ye. Gumaneke mezin heye ku fîlozofê destpêkê Zeredeþt/Zerdûþ jî, an ji vê herêmê ye, an bandora felsefa wî herî xurt li vê herêmê bûye. Lewra destana bi nav û deng a Dewrêþê Evdî yê Zerdeþtî û Edûlê li vê herêmê rûdaye.

Warê Xelîl Îbrahîm/Enzelxa, wekî cihekî pîroz ji alî gelê me ve rojane geriyan û seyran lê dibe. Bûyera vî cihê pîroz jî li vî bajarî her zindîtiya xwe diparêze.

Seîdê Kurdî (Bedî-û Zeman) jî, dema Dewletê bi darê zorê li Stenbolê girtibû, nêzîkî mirina xwe reviyabû çûbû Rihayê. Li vî bajarê Pêxemberan çû ser dilovaniya xwe. Lê ji ber ku, qebristana wî bû weke ziyaretgehê û gel bi hezaran çû ziyareta wî, dewlet tirsiya û cenazê wî bi dizî revandin û hîn jî cihê mezelê wî ne diyar e!

Lê mixabin dîroka vî bajarî û van rûdan û destanên watedar, hîn wekî rastiya xwe nehatiye nivîsandin û nehatiye nasandin. Loma pêwîstî bi jinûvenivîsandina dîrokeke rast heye.

* * *

Balkêþ e Rêber APO jî li vî bajarî ji dayik bûye. Gelo ma ev hemû hema ji xwe ve nin/tesaduf in?.. Û gel hema ji xwe ve, ji nezanî, bêhemdî berê xwe didin van wargehan û van cihan ji xwe re weke cihên pîroz û bi rûmet û bi wate dibînin ?

Naxêr. Ez bawer nakim ku gelê me bi nezanî diçin van cihên pîroz.

Ez wekî navê xwe dizanim û bawer dikim ku, gelê me, pir bi zanebûn tevdigere û diçin van cîhan pîroz dikin.

Loma dubarekirina dîrokê dibe ku di cihê xwe de be, lê vê carê bi hiþmendiyeke hemdemî û bi rêxistineke zanistî dubare dibe.

Em di sedsala 21'an de dijîn. Teknolojî û ragihandin di asta herî bilind de ye, hema hema hemî bûyer di demjimêra xwe de li ber çavan têne raxistin û têne bihîstin.

Êdî dewlet weke berê nikare rastiyan ji gel veþêre û nikare weke berê gel bixapîne.

Gel, sextekariya Receb Erdogan û dewletê jî dibîne, rastî û berxwedana lehengî ya Rêber û gerîlayê xwe jî dibîne.

Loma bi dengê bilind diqîrin û dibêjin; 'qatil Erdogan' û 'bijî Rêber APO' .

Loma dibêjin: ÊDÎ BES E!

Loma, li beramberî hemî asteng û kelem û lêdan û heta kuþtinê jî, venagerin û berê didin gundê Rêberê xwe; diçin AMARA’yê!

Dibe ku, êdî gelê me, wekî pêdiviyeke neteweyî çûna AMARA’yê bike kevneþopî û wekî cejnê pîroz bike. Wekî cejna nûjeniyê pîroz bike. Cejna gelê me ya nûjen û hemdemî; 4’ê Nîsanê pîroz be!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


08-04-2008 08:34 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-04-2008 08:34. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 08-04-2008 08:34
Views: 108    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;