MalAhmet Dere Ma nabe Hecî Ahmedî bibe serokê Îranê?
Ma nabe Hecî Ahmedî bibe serokê Îranê?
Dibe ku, di destpêkê de
hinek kes li vê sernivîsê binêrin û
ecêbmayî bimînin. Dibe ku, bawer nekin an jî
tinazê xwe pê bikin an jî bikenin.
Ê de baþ e, ka em hinekî
li pêvajoya dema dawî mêze bikin û piþtre
bigihên biryarekê; dibe an nabe?
Ev demek e, çape-medya Tirkiyeyê
PJAK xistiye rojeva xwe. Ji gelek alî ve nûçeyan
li ser vê partiyê diweþînin û bi giranî
li ser peywendiyên PJAK û Amerîkayê
disekinin.
Li gorî saloxên wan, li
Kurdistanê û bi taybetî li derdorên Qendîlê,
berpirsyarên PJAK û payebilindên artêþa
Amerîkayê berdewam hevdu dibînin. Û Amerîka
bi her awayî alîkariyeke xurt dide wan; bi taybetî
jî di warê çekên þer ên kêrhatî
û kurs de yarmetiyê dike.Van têkiliyan û
peywendiyan gelekî mezin nîþan didin. Wisa didin
xuyakirin ku di warê siyasî jî de têkilî
di asteke bilind de ye û çûyîn-hatina Serokê
PJAK'ê Kek Hecî Ehmedî, a Washingtonê dewam
e.
Çape-Medya Tirkiyeyê bi vê
jî ranaweste, xwedêgiravî li ser daxwaza Amerîka,
hejmareke pir mezin PKK'î ketine nava refê PJAK'ê.
* * *
Serokê Rûsyayê Putin,
li Lîbyayê ye. Bi Muamer Qeddafî re li ser gaza
xwezayî peyman girêdane. Cara yekemîn e ku Serokê
Rûsyayê diçe Lîbyayê. Ev ger, ji ber
ku hema piþtî hevdîtina Putin û Bush pêk
hatiye balkêþ e. Di navenda van hevdîtinan de, bêguman
pirsgirêka Îranê jî heye.
Serokê berê yê
Amerîkayê Jimmy Carter, derketiye gera Rojhilata Navîn
û bi serokê HAMAS'ê re jî peyiviye ! Xatûna
Rice, dîsa ji niþka ve berê xwe da Iraqê! Gumana
nêzîkbûna destêwerdana Îranê
xurtir dibe.
* * *
Ma gelo Tirkiyeyê, bê sedem
ew qas PJAK xistiye rojeva xwe û di heman demê de Tirkiye
û Îran bi hev re êrîþên xedar dibin
ser PKK û PJAK'ê.
Naxêr, li vir tirseke mezin heye.
Lewra planeke berfireh heye li hemberî Îranê.
Helbet Tirkiye jî, ji gelek alî ve têkildarî
vê planê ye.
Êdî aþkera tê gotin:
Amerîka piþtgiriya PJAK'ê dike, da ku bi destêwerdana
Îranê re, kurdên Rojhilat li gel wan cih bigire.
Hema diþibe çîroka Iraqê.
Ê baþ e, eger bi destêwerdana
Îranê re, Ehmedî nijadperest rûxiya, kî
heye ku cihê wî bigire? Bêguman H. Ehmedî yê
kurd û demokrat heye!
Çima/Bo nebe ? Dibe û ...
Dema hate gotin: Mam Celal dibe serokê
Iraqê, gelek kesan bawer nekir, heta hinekan kenê xwe
kir. Dibe ku hinek bi min jî bikenin û bêjin ev
xeyalan dibîne. Bila bikenin û eger xeyal be jî
xeyaleke xweþ e.
Ma çi Kek H. Ehmedî ji Mam
Celal kêmtir e. Heta li gorî rewþa Îranê
dibe ku rewþ û þansê Kek H. Ehmedî xurtir be jî.
Eger Tirkiye û Sûriye jî
neyên rayê/ser riya mirovatiyê, heman aqûbet
li pêþiya wan e jî. Li van her du dewletan jî dibe
ku, rêberên kurdan bibin SEROKOMAR !
Bila kes nebêje nabe, li vê
cîhanê hemû tiþt dibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 22-04-2008 08:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 22-04-2008 08:27 Views: 114
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 114