Weke ku guman û hêvî
dihate kirin, gelê me NEWROZa xwe bi coþeke mezin pîroz
kir.
Bi taybetî li Kurdistanê û
bi giþtî li her deverê cîhanê kurdan, bi
beþdariyeke hêja pêþwazî li Cejna xwe kir.
Ne bi tenê weke cejnekê,
belê weke raperinekê/serhildanekê helwesta xwe
nîþan da û viyana xwe aþkera kir.
Qedexe û tang û top û
teyare û helikopterên dewletên dagirker (Tirkiye,
Sûriye û Îran) jî nikaribû ev lehiya
hiþmendiya gelê me bida rawestandin.
Ji xwe dengê 'NEVRUZ'ên wan
neçû kesî !
Belê deng û rengê
pîrozbahiya NEWROZa gelê me çû þerq û
xerbê, deng çû heta ker û koran.
Kinc û sinc, dîtin û
gotin, deng û reng, silav û delav, kilam û peyam a
gelê me pir zelalî û hevalî bû.
Xwestina gelê me ew qas zelal û
delal bû, ku êdî cihê þik û gumanê
tê de nedihiþt.
Lê mixabin neyarên me, ji
ber ku dijminên mirovatiyê ne, qîma xwe neanî
bi vê coþ û þahiya Cejna NEWROZa pîroz, bi vê
cejna mirovatiyê.
Li bakur û rojavayê
Kurdistanê; Dewleta Tirkiyeyê û Suriyeyê,
dîsa ew êrîþên xwe yên hovane û
xwînxwar ajotin ser gelê me û dîsa xwîn
rijandin û gelê me þehîd kirin.
Xwestin, tola/heyfa wê þikestina
xwe û reva xwe ji destê gerîla li ZAP'ê, bi
êrîþa ser gelê bê çek hilînin.
Ji xwe em ne xerîbên vê „qehremaniya“ mehmetçik
û muxabarat û pasdarên van dewletan e.
* * *
Piþtî Ehud BARAK ê wezîrê
parastina Îsraîlê, niha jî alikarê Corc
W. Bush; Dick Cheney li Tirkiyeyê ye.
Her bûye emrê îlahî,
dê li ser PKK’ê dîsa bazara xwe bidin meþandin û
bi hev re dibêjin: PKK terorîst e !
Lê piþtî serkeftina gerîla
di cenga ZAPê de, hesab û kiteb hemû tevlihev bûn.
Wisa diyar e bazara wan êdî nameþe.
Ji xwe peymanên wan, ne li ser
bingehek bi edalet û rast bû, piþtî vê
qonaxê hîn gelek kun di peymanên wan de vedibe.
Nexweþî û aloziyên
nava Tirkiyeyê her roj girantir dibe. Arteþ, bêdengiya
xwe berdewam dike, dibe ku ji ber darbeya gerîla hîn bi
ser hiþê xwe ve nehatibe.
* * *
Bi pîrozbahiyên NEWROZ'ê
re, êdî gelê me peyama xwe û xwestinên
xwe pir aþkera û zelal, hem ji dostan û hem ji neyaran
re destnîþan kir û got:
- Ji her rengî êrîþên
neyaran ra EDÎ BES E !
- Gelê kurd, Rêber APO û
PKK (Gerîla) ÊDÎ YEK E !
- ÊDÎ girtin, kuþtin me
natirsîne û kes nikare me bixapîne !
- ÊDÎ heta Kurdistaneke
Azad rawestan li me nîn e !
Careke din û hezar hezar car din
NEWROZ li Rêber APO û gerîla û gelê me
pîroz be!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 25-03-2008 11:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 25-03-2008 11:40 Views: 156
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 156