• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Luqman Guldive arrow Gul û Bush
Gul û Bush Binivîse E-posta
 

Piþtî çûyîna Receb, niha jî Gul bi rêket çû cem Bush. Li ser hevpeymana Receb û Bush, heta niha çi rûdan pêk hat?

Ji van rûdanan ên girîng çend jê ev in:

-Receb, wekî yekî di dîplomasiyê de serkeftî, bi dengekî bilind dest bi progandayê kir; him li hundir û him li derve.

-Bala raya giþtî kete ser artêþê, eha îro, eha sibê êrîþî Baþûr û Qendîlê dike. Di encamê de jî êrîþ kir.

-Gotin û helwesta rêvebirên Baþûr, bi yekcarî û berevajî hate guhartin. Dijberiya li hember êrîþkariya dewleta Tirkiyeyê rabû, ji holê.

-Kek Mesûd demekê winda bû. Heta niha jî ne diyar e ku çûbû ku derê. Lê gumana mezin ew e, ku çûbû Amerîkayê. Her çend lawaz be jî nerazîbûna xwe li dijî êrîþa dewleta Tirkiyeyê diyar kir.

-Hema piþtî vegera Kek Mesûd, Rice xanim hate Kerkûkê û di heman demê de referandûma Kerkûkê jî hate lipaþvexistin. Kek Mesûd, daxwaziya dîtinê ya Xanima Rice paþ ve zîvirand û hevdîtina wan pêk nehat. Vê rûdanê bala her kesî kiþand. Gelo çi qewimiye di navbêna Amerîka û Kek Mesûd de?

-Dewleta Tirkiyeyê, bi êrîþkariya leþkerî tenê ranewestiyaye, êrîþên piralî dike. Bi giranî jî dajon ser parlamenter, þaredar û bi giþtî DTP’ê. Hevserok Nuretin Demirtaþ, wekî mirovekî ji rêzê girtin avêtin zindanê.

-Ji aliyê din ve Tevgera Azadiya Kurdan jî pêngava xwe ya ‘ÊDÎ BES E’ bi berfirehî bi gel re didomîne.

-Çalakiyên ciwanên kurdan roj bi roj gurtir dibin.

-Di encama vê rewþa dijwar ya giþtî de rûdana dawî ya Amedê! Ev rûdaneke balkêþ e û hîn zelal nebûye, ku ji alî kê ve hatiye kirin. Loma ev rûdan bi serê xwe hêjayî þiroveyeke taybet e.

* * *

Dewleta Tirkiyeyê, êrîþa xwe ya mezin pêkanî û piþtre dîsan gelek caran rêzeêrîþên xwe berdewan dikin; him li Baþûr û him li Bakur.

Bi gotin, malik li gerîla xera kiriye, lê rastî ne wisa ye. Ji bo xwe serkeftî bidin xuyakirin, giranî daye ser medya û þerekî mezin ê psîkolojîk des pê kiriye. Mirov neheqiyê li medya wan jî neke, ji artêþê bêtir bûne artêþ û cihê ku firoke û helîkopterên wan neçûbin û bombebaran nekiribe jî, ew wan dibin û bombebaran dikin!

* * *

Diyar e Receb û Bush hinek soz bi hev re dabûn. Loma ev êrîþ û rûdanên malwêrane pêk hatin.

Gumana mezin ew e ku Receb li ser Îranê hinek qewl dabe Bush û loma bi taybetî li dijî PKK û bi giþtî li dijî kurdan ev helwesta xera, hate holê.

Dibe ku, Kek Mesûd bêhna peymana Cezayirê hildabe, loma ewqas ji Tirkiyeyê pirtir li hemberî Amerîkayê aciz bû. Hinek aþkera jî digot, ‘eger Amerîka piþtgiriyê neke Tirkiye nikare ew qas dijwar were ser me.’

Ez bawer dikim vê carê Bush, dozê li Gul dike û dibêje; ‘berê we doz li me dikir, me soz da we û li dijî PKK û kurdan me alîkarî da we, pêwist e vê carê hûn soza xwe bînin cih, ka hûn ê li dijî Îranê çi alîkariya me bikin?’

Hêvî ew e, ku kurd, him ji serpêhatiyên xwe û him ji yên cîranên xwe aqil bistînin. Da ku zûtir bibin yek û zûtir azad bibin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 
08-01-2008 08:10 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-01-2008 08:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 08-01-2008 08:10
Views: 586    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;