• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Taha Xelîl arrow Coþa NEWROZ'a 2008'an bilintir e
Coþa NEWROZ'a 2008'an bilintir e Binivîse E-posta
 
Îsal gelê me ji hemû salan zûtir kete nava coþa NEWROZê. Bi serkeftina 29 Sibatê ya gerîla re, gelê me pîrozbahî dest pê kir.

Bi 8’ê Adarê re, pêla pîrozbahiya, di pêþkêþiya jinan de gihîþt asta serîhildanan û heta roja îro jî bi berfirehî bênavber berdewam dike.

Ji niha ve aþkera tê xuyakirin ku NEWROZa îsal, ew ê ji NEWROZên salên borî bi hêztir û watedartir bê pîrozkirin.

Rast e, heyva Adarê, hem tijî rojên dîrokî yên xweþbîniyê û hem tijî rojên komkujî yên xemgîniyê ne. Loma em di vê heyvê de þînî û þahiyê bi hev re dijîn.

Belê, wisa xuya dibe ku gelê me, piþtî serkeftina gerîlayên xwe yên leheng, li ser vê bingeha bi rûmet hevgirtina xwe xurtir dikin û bi vê zanebûnê û hiþmendiyê li þehîd û gerîla û Rêberê xwe xwedî derdikevin. Lewre tola komkujiyên Helebçe û Qamiþlo û hemû þehîdan bi vî awayî dikarin rakin.

***

Dadgeha Bilind (yargitay), ji bo girtina AKP’ê daxwazî ji Dadgeha Makeqanûnê (anayasa) kir.

Ev hîn lê lê ye, lo lo hîn maye!

Ev ceng û serkeftina gerîla hemû fêlbazî û sextekariya Dewleta Tirkiyeyê yekoyeko derdixe holê.

Êdî hemî lîstok û planên wan li wan vedigere. Ew bi xwe dikevin wan feq û dafikên xwe yên ku ji bo kurdan vegirtibûn.

Dema ji bo DTP’ê heman doza girtinê hate vekirin, qet deng ji wan kesî derneket. Lê dema xeter hate ser wan, hîn nuh demokrasî û hiqûq/maf û viyan/îrade gel hate bîra wan!

Hîn erdhej û tofanên giran ên ku di nava Dewleta Tirkiyeyê de derkevin mazatê, di rojên pêþ me de ne.

AKP, xwe bêxem didît û zen dikir ku fen li Arteþê û CHP û MHP’ê kiriye û ev yek jê re qezenc dimîne. Lê na, gumana xurt heye ku, Artêþê ev derba li AKP’ê daye. Û hîn ka bê dawî li ku ve derdikeve!

Di encam de, hem li hundir û hem li derve siyaseta Tirkiyeyê bi tevayî serobinî hevdu bûye.

Ji niha ve nîþanên nakokiyên navbera Tirkiyeyê û DYA û Îsraîl û YE’yê rûdidin. Di vê rewþa hanê ya kambax de, AKP nikare qewlê ku daye van dewletan tu yekê jî bi cih bîne.

***

Gelê kurd, di vê meha Adarê de sê roj (29’ê Sibatê, 8’ê Adarê û 21’ê Adarê) û cejnên watedar û hêja bi hev re pîroz dikin.

Ev roj û cejnan hezar hezar car li gelê me pîroz û bimbarek be.

Ev NEWROZ dibe bingeha çareseriyê û bingeha Kurdistaneke Demokratîk û Azad.

NEWROZ LI GELÊ ME PÎROZ BE!


18-03-2008 08:52 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 18-03-2008 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 18-03-2008 08:52
Views: 173    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;