• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Luqman Guldive arrow Çavê li deriyan xwelî li seriyan!
Çavê li deriyan xwelî li seriyan! Binivîse E-posta
 

erdogan-bush.jpgRecep Tayyîp Erdogan, rahiþte buxçika xwe ya derdan û çû ber deriyê Bush. Lê ne bi tenê ye. Ji hejmara wezîran pirtir general pê re diçûn. Di bin serokatiya General Ergîn Saygun de 5 general beþdarî heyeta Tayyîp bûne. Tê gotin di dîroka wan a dîplomasiyê de ev cara yekem e, ku ew qas, keriyek generalan dikeve nava heyeteke bi vî rengî.

Ev jî nîþan dide, ku nakokiya di navbera Artêþê û AKP'ê de kûr e û baweriya wan bi hev nîn e.

* * *

Di vê hefteya derbasbûyî de, li Stenbolê Konferanseke mezin hate lidarxistin. Konferans bi navê ‘Civîna Wezîrên Karên Derve ya Dewletên Cînarên Iraqê’ bû, lê gelek rayedarên dewlet û saziyên payebilind jî beþdarî vê civînê bûn. Mînak; Wezîra Karên Derve ya DYA’yê Condeelezza Rice, Serokê Saziya Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-mon, ji dewletên Ewropa û yên ereban û hwd…

Bi nav û deng, di raya giþtî de weke deskeftiyekê hate xuyakirin. Lê Dewleta Tirkiyeyê, hêviyên ku dikir ên berçav û kêrhatî, ji vê civînê bi dest nexistin.

Bêguman xwediyê biryara bingehîn DYA’yê û Îngilistan e. Belê, Îngilistan xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye û tê xuyakirin ku niha jî heman rolê dilîze.

Rêber APO jî gelek caran behsa vê rola dîplomasiya dijwar a Îngilistanê dike û her alî hiþyar dike. Lê mixabin gelek bi giringî li ser vê mijarê nehatiye sekinandin.

Nivîsarê rojnama Yeni Þafak Îbrahîm Karagul, di nivîsên xwe yên hefteya derbasbûyî de bi giranî balê dikiþîne ser vê babetê. Peymana di navbêna wezîrên karên derve yên Iraqê û Tirkiyeyê de hatiye pejirandin, diþibîne Peymana Enqereyê ya 1926’an. Dibêje; loma Barzanî aciz bûye.

Dema Çillerê, ku þerê dijwar û qirêj li ser Kurdistanê da meþandin jî, Dogan Gureþ, çûbû destûr ji Îngilistanê standibû.

Dibe ku, Erdogan jî dabe ser heman þopê û hema bi lez, berî Konferansa Stanbolê çû bi hevpîþeyê xwe Gordon Brown re Peymana Hevbeþ a Ewlekariyê çêkirin. Hez dikin bibin du dewletên (Heke Bush jî bipejirîne 3 dewletên) garantor/ewlekar li ser Iraqê!

 * * *

Gerîlayan, 8 neferên dîl ên Artêþa Tirk azad kirin. Careke din mezinbûna xwe ya aþtîxwaziyê û demokrasiyê û mirovatiyê dane nîþandan.

Generalê kevn Aytaç Yalman, li xwe mukir tê û rexna li xwe digire, ji ber ku çima heta niha pirsgrêka gelê kurd nas nekirine û çima çareser nekirine.

Gelo ma dibe, ku Yaþar Paþa û Baþbug Paþa dilê xwe bibijîne Perwez Muþeref û derbekê li AKP’ê bixin?

Barê Sofî Tayyîp û Sofî Gul, her roj girantir dibe.

Duh di bernameya televizyonekê de Ugur Dundarê rojnamexur, digot 'min jî dosyayek li dijî PKK’ê daye Recep, ew ê bibe bide Bush' !

Heke Erdogan (AKP), bawer dikin, ku ew ê bikaribin bi qebedayîtiyê û bi van dosyayên pûç Bush bixapînin, xwe dixapînin.

Ku bi vî mejî û serî bimeþin, dê hîn biçin ber gelek deriyan û ew ê gelek xwelî bikin li van seriyan.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

06-11-2007 09:01 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-11-2007 09:01. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 06-11-2007 09:01
Views: 781    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;