• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Bêhna Þerê Cîhanê yê Sêyemîn tê!
Bêhna Þerê Cîhanê yê Sêyemîn tê! Binivîse E-posta
 

Piþtî cengên cîhanê yên yekemîn û duwemîn, cîhan bibû du bend. Di bin serokatiya Amerîkayê de NATO û di bin serokatiya Yekîtiya Sovyet de WARÞOVA.

Bi helweþandina Yekîtiya Sovyet re 'Cenga Sar' rabû û kar û barê rêvebiriya cîhanê kete destê Amerîkayê.

Ji bo imparatoriya xwe ya li cîhanê tekûz bike Amerîkayê zend û bendê xwe bada. Xwest li gorî berjewendiyên xwe rêvebiriyên dewletan ji nû ve saz bike.

Loma dest avêt Afganistanê û Iraqê û niha jî li qiraxên Îranê amadekariya xwe dike.

Di serî de Îran û hema hema (xeynî/bilî Înglistan û Îsraîlê) hemû dewletên cîhanê li hemberî vê imparatoriyê ber xwe didin.

Hinek ji van dewletan, ji bo rêvebiriyên xwe yên heyî biparêzin ber xwe didin. Hinek jî, ji bo di vê cenga cîhanî de bibin xwedî par hewl didin. Di vir de bi tenê taybetmendiyek Rûsyayê heye; ew dixwaze dewletên ji dest derketiye dîsa bixe bin desthilatiya xwe.

Mirov dikare Dewleta Tirkiyeyê bixe nava her sê beþan jî. Ji ber ku, him ji hilweþandina sîstema xwe ya heyî ditirse, him dixwaze di vê cenga parvekirina nuh a cîhanî ya sêwemîn de bibe xwedî par û him doza hinek welatên dema osmaniyan dike (wekî Kerkûk, Qibris, hinek Balkan û hwd).

Tirs, berxwedan, doz kirin, hewldan, xwestin û hwd. mejiyê siyaseta dewletê tevlihev kiriye. Loma Dewleta Tirkiyeyê niha di warê siyasî de di nava aloziyeke mezin de ye. Bi tenê di testê wan de çeka nîjadperestiyê maye û her kes radibe vê çekê dixe destê xwe û dike qîrîn. Heye tuneye tirk!

* * *

Wezîra Karên Derve ya DYA Rice ji aliyekî ve derkete gera dîplomasî, ji aliyekî ve û di heman demê de Serokê Rûsyayê Putin jî derket gera dîplomasiyê.

Li ser pejirandina destûrname/tezkere ya Tirkiyeyê ji bo artêþ bikaribe derkeve derveyî sînor (helbet baþûrê Kurdistanê), bi lez û bez Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik el Haþimî dubare hate Tirkiyeyê. Hema li pey wî Serokomarê Sûriyeyê Beþar Esad jî derbasî Tirkiyeyê bû.

Li hember vê þerxwazî û êrîþkariya Dewleta Tirkiyeyê, gerîla jî bêdeng nema. Him bi gotin û him jî bi kirin helwesta xwe nîþan da. Di 21’ê vê heyvê de, li dijî hêzên leþkerî yên êrîþkar, nivê þevê çalakiyeke mezin lidar xistin. Vê çalakiyê weke 15 Tebaxeke nû deng veda. (Ev mijar hêjayî þiroveyeke bi serê xwe ye.)

* * *

Berî cenga cîhanî ya yekem û duwem jî, cengên cîhanî berî zayînê ya Iskenderê Zilqurneyn û ya piþtî zayînê ya Napolyon jî çêbû. Di van cengan hemiyan de cihekî kurdan û Kurdistanê taybet û girîng hebû. Lê mixabin deskevtî û serkevtiyên hêja yên me nebûn.

Belê dibe cihê þanaziyê ev be ku, eger heta roja îro dergûþa mirovatiyê hatiye parastin ne rûmeteke biçûk e.

Ma nabe ku, vê carê di vê cenga sêyemîn a cîhanî de kurd serkevtî û azad bibe û Kurdistan bibe navend û wargeha mirovatiya hemdemî?

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

23-10-2007 11:38 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-10-2007 11:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 34 time. You can leave a comment. Last update on 23-10-2007 11:38
Views: 830    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;