Barroso, ne mirovekî ji rêzê
ye. Erka wî, weke Serokwezîrê Yekitîya
Ewropayê ye. Loma gera wî, têkiliyên wî,
gotinên wî girîng in.
Di demeke wisa de derket gera
Tirkiyeyê, ku ev dewlet di nava aloziyeke mezin de ye.
Li hundir, nakokiyên navbera
Artêþ û AKP’ê berdewam e û her diçe
dijwartir dibe. Erê rû bi rû êrîþî
hevdu nakin, lê bi riyên ne yekser tirba hevdu dikolin.
Bi çûyîna Yaþar
Paþa qîma wan nehat, Baþbûg Paþa jî çû
qaþo Komara Kibrisa Bakur a Tirkan. Li wir bi aþkera pîna xwe
li plana/siyaseta AKP’ê da.
Li derve jî têkiliyên
wan baþ nameþe. Bi taybetî jî, ligel DYA û Îsraîl
hevalbendiya wan nexweþ dimeþe.
Êdî Erdogan bi hundir
daketiye; ji bo hinekî dilê xwe û hevalê xwe
xweþ bike, her roj li kongreyeke jinan an jî ya ciwanan e,
çîroka dubare û çarbare dike û qesîda
dixwîne.
Li þûna wan êdî paþa
derdikevin gera derve; Yaþar Paþa niha jî li Misrê ye!
***
DYA dîsa gefa li Îranê
dixwe. Wisa diyar e, AKP, sozên ku di vî warî de
dabûn wan pêk naynin. Sedema bingehîn a nexweþiya
navbeyna wan jî ev mijara Îranê ye.
Ev jî nîþaneke balkêþ
e, hema ku sarî dikeve navbeyna DYA û Tirkiyeyê, di
cih de Îran û Tirkiyeyê nêzîkî
hevdu dibin; bi taybetî jî li ser dijberiya PKK/Kurdan.
Aþkera bû, ku Putin û Bush
jî li ser pirsgirêken bingehîn lihevnehatin e.
***
Gelek caran hate gotin, ku li cenga
ZAP'ê, bi þikestina dewleta Tirkiyeyê re gelek alozî
û guherînên mezin dibin.
Di van aloziyan de yê gelek
tengav bûye jî AKP ye. Di demeke wisa tevlihev de gera
Barroso û Rehn bo Tirkiyeyê pir watedar e.
Erê li beramberî DYA ne
gelek xwe ragirin, lê helbet ew jî komek dewlet in û
bêguman dê ji bo berjewendiyên xwe siyasetê
bidin meþandin.
Ji bo ku, Tirkiyeyê ber bi xwe
bikiþînin û bixin xizmeta siyaseta xwe, niha xeleka
lawaz AKP ye. Ji ber ku Artêþ bi gelek kindir û zincîran
bi DYA ve girêdayî ye.
Dibe ku, biryara rakirina ji
rêziknameya terorizmê ya PKK û KONGRA GEL, weke
nakokî/paradoks bê dîtin. Lê naxêr, di
vir de siyaseteke realîst tê meþandin û eger
bikaribin Tirkiyeyê razî bikin, ev siyaset bi kêrî
berjewendiyên gelek aliyan tê.
Di naskirina pirsgirêka
kurdan/PKK/KONGRA GEL û çareserkirina bi riya diyalogê
de, bêguman li rêza yekemîn berjewendiyên
gelê kurd hene û di heman demê de ev siyaset li
gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û dewletên
YE jî ye.
Helbet hinek hêz an dewlet jî
nerehet dibin; weke DYA, Îsraîl û hwd.
Wele kî dixeyide, kî þer
dike û kî aþ dibe, kî baþ dike ew zanî!
Lê em dizanin kurd aþtî û
baþîtiyê dixwazin. Riya rast û rewa jî ev e.
Êdî her kes bi kêfa
xwe ye û
ÊDÎ BES E!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 15-04-2008 09:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 15-04-2008 09:25 Views: 114
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 114