Dewleta Tirkiyeyê, ev roja avakirina
komara xwe, fermî/resmî weke cejna zarokan destnîþan kiriye.
Hemû salan, malbatên tirkan, zarokên
xwe dixemilînin û bi çalakiyan cejnê pîroz dikin.
Dewlet jî, di saziyên xwe yên herî
bilind de, zarokên li gorî îdeolojiya fermî perwerde kirî, yên
zîrek, ji bo vê rojê dineqînin.
Di vê rojê de jî, durûtiya xwe bi
xurtî radixin ber çavan. Li rûyekî, van zarokên bijartî, dibin
parlamenê, dikin serokê parlamenê. Dibin Serokwezaretê dikin
serokwezîr. Li van saziyên bilind, li ser bingeha nijadperestiya
tirkîtiyê didin axaftinê.
Li rûyê din ve, qaþo hewldanên da
ku, xwe navneteweyî û hemdemî bidin nîþandan û hezkirin û
hevalbendiyê di navbera zarokên cîhanê de çêbikin.
Lê zarokên kurdan li ku derê ne û
çi dikin di vê roja hanê de ?
Ma jixwe ‘tu neyne bîra xwe kurd nîn
e’ , ê ew ê çito zarokên wan hebin!
An jî zarokên bêje ‘em kurd in û
em hene’ , hema di cih de mohra “teroristi”yê lê tê dayîn.
An jî têne kuþtin, an têne girtin, an milê wan têne þikandin û
an...
* * *
Di wê(wan) rojê de, ku di
televizyonên wan de me ew sextekariya wan temaþe dikir, bêguman
mirov hêrs dibû.
Wisa bi peyvên qelew û serbilindî
program pêþkêþ dikirin û digotin: Me ji 39 dewletan zarok anîne
Tirkiyeyê !
Tew ku, hinek dewletên mejîbirayên
Tirkiyeyê bûn, zarokên xwe fêrî çend gotinên tirkî kiribûn û
bi tirkî peyam didan, xwîna nijadperestiya tirkîtiya tirkan hîn
pirtir difûriya.
Ji aliyekî ve mirov hêrs dibe û
zarokên xwe jî xwediyê vî welatî û hevparê vê komarê dibîne.
Loma zarokê xwe mafdar dibîne ku, ligel zarokên tirkan, bi zarokên
cîhanê re cejneke zarokan a hevbeþ pîroz bikin.
Lê na, mixabin, weke ku, êdî gelê
me jî weke þîar diqîre; ev hikûmet û dewleta bê wijdan û bê
edalet, weke mirovan tu mafê gelê me û zarokên me qebûl nake.
Ji aliyê din ve, zarokên me ne bi
hêviya xêra cejnên wan û sedeqeyên wan in. Hema NEWROZa me bi
tenê, hêjatir e ji hezar cejnên wan; têra zarokên me jî û yên
cîhanê jî dike.
Lê pirsgirêka mezintir ev e ku, ew
bela xwe ji me venakin û dev ji me bernadin.
Weke çîroka diz û xwediyê malê li
me û wan hatiye:
Bav ji zaroyê xwe re dibêje; kurê
min dizî berde bila biçe.
Kur li bavê xwe vedigerîne, dibêje;
bavo ez wî berdidim, lê ew min bernade !
Wisa diyar e, êdî ev çîrok zêde
nakiþîne, zûtir safî dibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 29-04-2008 10:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 29-04-2008 10:19 Views: 119
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 119