Dîsa em salekê li paþ dihêlin û derbasî saleke nû dibin.
Lê mixabin em nikarin bêjin, me saleke xweþ û geþ bihurand û em bi xêr û bêr û têr derbasî saleke din dibin.
Kurdan çendîn aþtî û biratî xwestin, dewleta tirk ew qas þer û cudayetî li ser kurdan ferz kir.
Mirov dikare bêje, îsal ji hemû salan zêdetir êriþkar bûn û zivistanê jî êrîþên xwe ranewestandin.
Ew qas xwîn ketibû çavên wan, di meha dawî de bi hemû hêzên xwe yên siyasî, dîplomasî, aborî, çapemenî, teknolojî û taybetî leþkerî ve; reþayî û hewayî ajotin ser kurd û Kurdistanê.
* * *
Ji aliyekî ve mirov dikare bêje, ev sal bû sala AKP’ê; ew serkeftî bûn.
Çawa?
Wisa: Di hilbijartinê giþtî de serkeftî derketîn, ji hemû caran zêdetir deng standin. Bi çi rengî kirin, kirin. Gel xapandin? Erê rast e, ne bi tenê gel, he rkes xapandin. Belê ev jî hunerek e, xerab-merab, em razîbin-ne razîbin her kes nikare di xerabiyê de jî bibe hunermend. Her çendîn piþtgiriya dereve standin jî, belê divêt hostaya wan a xebatê jî bête dîtin. Eger ev neyê dîtin vê carê jî em xwe dixapîne.
Ez dibêjim Artêþ jî hinek xapandin û hîn hewl didin, ku bi tevayî bixapîne. Erê rast e dewlet bi bingehîn di destê artêþê de ye û li Dolmabahçeyê Receb û Yaþar li ser planeke giþtî; li ser dijminatiya kurdan li hev hatin, belê wekî ku giraniya fen û hîle û sixtekariyê AKP zêdetir dibe. Di nava qûnaxên dewletê de, ji jor ve yeko yeko cih digrin.
Serokomarî (Abdullah Gul) xistin destê xwe. Serokatiya Dadgeha Zagonabingehîn/Anayasa jî xistin destê xwe. YOK û hwd.
Bi encama hevdîtina Receb û Bush re, êrîþkirina mezin û berfireh a ser kurd û Kurdistanê (Baþûr), ji xwe re wekî serkeftîbûnekê bi kar tîne.
Bi van êrîþan re, xwe li ser Rêvebiriya Baþûrê Kurdistanê jî serkeftî dibînin. Biryara paþvexistina pirsa/referandûma Kerkûkê û xerakirina têkiliyên Baþûr û Amerîkayê jî, bi vê helwesta êriþkariya xwe ve girê dide.
* * *
Lê di rastiyê de û ji bo dema dirêj (heta niha jî) ne AKP û ne dewleta Tirkiyeyê serkeftî ne.
Loma ji vî alî ve ev sal nabe sala serkeftina AKP’ê.
Divê neyê jibîrkirin, di hilbijartinê de kurdan 22 Parlamenter þandin Parlamentoyê (Enqereyê).
Li hemberî, ji her alî ve, hemû van êrîþên giran, nûner û pêþengên gelê kurd; parlamanter, þaredar, DTP û gerîla, bi yek dengî bi yek cengî ber xwe dan.
Gerîla, di dema herî dijwar da, li Oremarê derba mezin li artêþê da û 8 neferên wan dîl girtin. Ji ber vê çalakiyê, hîn jî Artêþa Tirk bi ser hiþê xwe ve nehatiye.
Him ji hundir û him ji derve, gelek hewldan û êrîþ hatin kirin, xwestin gel û rêberên gel ji hev cuda bikin, lê naxêr, berevajî, bi taybetî jî gel bi Rêberê xwe APO û bi giþtî bi hemî nûner û rêberên xwe ve zêdetir hate girêdan.
Û got; ji xapandin û sixtekarî û xwînxwarî û þerxwazî û nemirovatî û hovîtiya we re ÊDÎ BES E!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 25-12-2007 07:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 25-12-2007 07:48 Views: 584
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 584