Ji salên 90’an pê ve li
Kurdistanê konsepteke nû daye destpêkirin. Hemû
cîhan pêhesiya ku li Rojhilata Navîn gelek heye ku
qedera xwe ya neteweyî tayîn nekiriye.
Hin hêzan nehiþtiye ev gel
qedera xwe ya neteweyî tayîn bike… Ev hêz ew in
ên ku îro hem bi hêza xwe ya aborî hem jî
bi hêza xwe ya leþkeriyê li cîhanê dikin. Di
nav rêza serkêþên van hêzan de Îngîlistan
û Amerîka cih digirin. Ligel têkoþîna
azadiyê ya gelê kurd, guherîna konsepta Rojhilata
Navîn a sedsalî jî bandor li ser vê
pêhesiyanê kiriye.
Konsepta nû ya Rojhilata Navîn
ku niha di çarçoveya ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn
a Amerîkayê’ de tê nîqaþkirin, ligel xwe
derxist holê ku heta pirsgirêka Kurdistanê neyê
çareserkirin, serkeftina konseptê mimkûn nabe.
Ji ber vê pêdiviyê,
ji destpêka salên 90’an pê ve, cîhana li
ber kurdan ker û lal tevdigeriya yekser kurd kefþ kirin û
bi baldarî nêzî pirsgirêka Kurdistanê
bûn. Heman hêz îro, ji bo ku konsepta nû ya
Rojhilata Navîn bê rûniþtandin, Kurdistanê
wekî pêleka destpêkê dibînin. Hin
sedemên girîng ên vê tercîhê
hene. Beriya her tiþtî kurd dînamîka herî
livger a herêmê ne. Dizanin livgeriya gelê kurd ji
bo vê konseptê avantajek e. Bi kinasî ew wekî
avantaj dibînin. Wekî din, heman hêz dibînin
ku heta li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurdistanê
neyê çareserkirin ew ê nikaribin armancên
xwe pêk bînin… Lê siyaseta Kurdistanê, bi
taybetî jî siyaseta bakurê Kurdistanê li dûv
dilê van hêzan nîn e.
Ji ber vê yekê hatina
guhartina teþeyê siyaseta Bakur pêdiviyek e. Ji payiza
2007’an pê ve gelek hewldanên ji bo vê yekê
pêk hatin. Lê wisa dixuye ku encamên hatine
hêvîkirin bi dest nexistine. Encamên hilbijartina
22’ê tîrmehê hêviyek dabû wan hêzan
ku AKP dê li bakurê Kurdistanê seqayê
siyaseta kurd biþikêne. Lê li gorî anketên
hatine çêkirin, derket holê ku AKP li Bakur têk
diçe. Ango gelê kurd ku piþtgiriya çareseriyê
kiriye, piþtî dîtiye ev piþtgirî ji bo
tasfiyekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd tê bikaranîn
helwesta xwe guherand.
Ligel vê yekê erîþên
dewleta tirk ên ji bo Qadên Parastina Medyayê û
destdirêjiyên ligel baþûrê Kurdistanê
pirên tifaqê di navbera Baþûr û Bakur de
dane avakirin. Ango zext û zorên li ser gelê kurd,
yekgirtineke ji bo Kurdistana mezin ava dikin. Di vê çarçoveyê
de vexwendina Mam Celal a ji bo Enqereyê pir girîng bû
û ev vexwedin di çarçoveya hesabên kûr
de pêk hatiye. Ji ber vê yekê bû ku me hêvî
dikir ku Mam Celal di pêvajoyeke wisa hesas de neçûya
Enqereyê. Lewre di warê moralê de kurd hezeke
serkeftinê û divê li ser maseya çareseriya
pirsgirêka Kurdistanê kartên xwe baþ bilîze.
Beriya her tiþtî metîngerên
Kurdistanê ji tifaqa kurdan ditirsin. Lewre baþ dizanin ku
tifaqa kurdan di heman demê de tê wateya avakirina
hêviyên dîrokî. Ev hêvî li ser
esasê pûç derxistina peymên Qesr-î
Þirîn û Lozanê vedijîn.
Çiqas bingehên vê
hêviyê avadibin, metîngerên Kurdistanê
jî hin fendên din dixin dewreyê. Niha dost û
dijmin dizanin ku êdî kes nikare gelê kurd înkar
bike. Lê hêvîdikin ku nehêlin kurd bibin
xwedî îradeyeke yekgirtî. Di vê çarçoveyê
de ji hev dûrxistina kurdan armanca wan a esasî ye. Bi vê
armancê Mam Celal hatibû vexwendin. Listik ev e: Li Baþûr
kurd bivê nevê bûne xwedî statûyekê.
Li Bakur jî daxwaza statûyekê tê kirin. Di
rojên pêþ de li hev hatina van statûyan a ji bo
kurdan pêkan e. Wê demê divê pêþî
li ber bê girtin. Ev jî bi îzolekirina bakurê
Kurdistanê mimkûn e.
Û heke aliyekî vê
planê dewleta tirk bi aliyê din jî Amerîka û
Îngîlistan in.
This entry was posted on 12-03-2008 08:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 12-03-2008 08:21 Views: 212
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 212