Reqemên enflasyonê yên aboriya
dewleta tirk hatin aþkerakirin. Rastî rewþa aboriya dewletê nebaþ
e. Ev du-sê meh in li ser hev enflasyon her diçe bilindtir dibe.
Hikûmet vê rewþê bi krîza giþtî ya navneteweyî pate dike. Lê
rastî ne wisa ye. Aborînas bilindbûna enflasyonê bi faktorên
navxweyî îfade dikin.
Reqemên herî dawî, ango yên meha
nîsanê bi bîr bixim. Di qelemê endeksa buhayê xerîdariyê
(tuketicî) de ji bo meha nîsanê ji sedî 1.68 zêdebûn çêbûye.
Di heman mehê de di qelemê endeksa buhayê hilberîneriyê
(uretici) de ji sedî 4.50 zêdebûn çêbûye. Vê rewþê hinekî
din hêsan bikim. Di navbera meha adar û nîsanê de ji bo madeyê
xam, mînak dindika gulberojê, buha ji sedî 4.50 zêde bûye. Lê
fabrîqeyê yekser nekariye vê zêdebûnê li buhayê rûnê ku
hilberandiye bike. Ji bo meha nîsanê ji sedî 3 zirara hilberîner
heye. Ev jî tê wê wateyê ku endeksa buhayê xerîdariyê dê di
meha gulanê de jî herî kêm 2 puanan zêde bibe. Ji vê rewþê
jî tê fêmkirin ku trenda enflasyonê ber bi jor ve ye. Li ser
reqeman bidomînin… li gorî rewþa heyî di reqemên salane de
endeksa buhayê xerîdariyê hilkêþaye ji sedî 9.66’ê. Endeksa
buhayê hilberîneriyê hilkêþaye ji sedî 14.56’ê.
Bi tenê di navbera çile û nîsana
2008’an de di endeksa buhayê xerîdariyê de bi giþtî ji sedî
4.82 zêdebûn, di endeksa buhayê hilberîneriyê de ji sedî 11.04
zêdebûn çêbûye.
Reqemên 4 mehên dawî girîng in. Van
reqeman ji bîr nekin… Em ê li ser rawestin. Lê niha hinekî din
tabloya heyî raxim ber we. Endeksên enflasyonê yên me li jor
vegotine di çarçoveya kategorîzekirina 26 herêman de hatine
aþkerakirin. Lê þampiyonên van herêman jî hene. Li gorî
zêdebûnên li enflasyonê yên mehane þampiyon Wan, Mûþ, Bedlîs
û Colemêrg in. Di meha nîsanê de endeksa buhayê xerîdariyê ji
van bajarên bakurê Kurdistanê 2.99 e. Em carekê jî bi zimanê
çar mehan lê binêrin. Dîsa þampiyon ji bajarên bakurê
Kurdistanê ne. Li gorî reqemên giþtî yên heman mehan par li
bajarên navborî ji sedî 6.72 enflasyon hatiye tespîtkirin. Îsal
ev reqem bûye ji sedî 12.49. Bînin bira xwe, reqema giþtî ya
hemû Tirkiyeyê ji sedê 9.66 bû.
Dema di çarçoveya reqemên giþtî
yên salekê de jî lê dinêrin þampiyon dîsa ji bajarên bakurê
Kurdistanê derhatine. Enflasyona giþtî ya 12 mehan li Agirî,
Qers, Îdir û Endexanê ji sedî 9.69 e. Di nava çar mehan de çi
bû ku aboriya Tirkiyeyê wisa serobin bû? Hikûmet vê hinceta xwe
bi krîza ji resesyona (rawestandina bazarê) Amerîkayê diqewime ve
digire. Lê aborînas wisa nafikirin. Sedemên zêdebûna enflasyonê
bi dînamîkên navxweyî ve têne îfadekirin.
Mînak dewletê di pêvajoya mijara
gotinê de lêçûnên xwe yên þer 3-4 qet zêdetir kirine. Di nava
vê demê de îhaleyên mezin ên navneteweyî yên ji bo çek-kirînê
pêk anîn. Her roj bi dehan balafirên xwe radike hindava serê gelê
me û bombeyan li ser me dibarîne. Ev zêdetirî salekê ye li hemû
deverên bakurê Kurdistanê û ji kanûna 2007’an vir de li Baþûr
jî bênavber destdirêjiyên xwe didomîne. Ê... em hemû baþ
dizanin ku ev þer bandoreke neyînî li ser butçeyê dike. Zêde
derketina enflasyonê ya li bajarên me jî tesadûf nîn e. Ew jî
parçeyekî polîtîkayên ‘terbiyekirinê’ ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-05-2008 08:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 06-05-2008 08:46 Views: 35
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 35