Azadiya Welat roja yekþemê
(06.04.2008) bi manþetê ‘Bi Gulekê bihar nayê!’
derket. Manþeta rojnameyê li ser radevuya Serokomar Abdullah
Gul daye hin saziyên pîþeyî û rêxistinên
sivîl ên Amedê bû.
Ew randevuya Azadiya Welat ji raya
giþtî ya kurd re ragihandî îro pêk tê.
Lê mixabin heyeta ku çûye
Enqereyê qels e û dê nikaribe temsîliyeta
saziyên sivîl ên Amedê bike.
Ji bilî MAZLUMDER’ê
saziyeke sivîl di nava heyetê de cih nagirin. Mînak
Platforma Demokrasiyê ya Amedê hatiye deralîkirin.
Nûnerên platformê di heyetê de cih nagirin.
Ji ber vê helwestê ÎHD’ê jî xwe ji
heyetê vekiþandiye. Ango ji gotina tirkî saziyên
çûne Enqereyê ji ‘sen, ben ve bizîm oglan’
(tu, ez û lawê malê) pêk tê.
Erê ‘lawên malê’
dê li Enqereyê ji bo çareseriya pirsgirêka
kurd çi bînin ziman. Duh ev noqte min ji Cîgira
Serokê Giþtî ya ÎHD’ê Reyhan Yalçindagê
pirsî. Yalçindag got; ‘Heyeta çûye
Enqereyê dê di çarçoveya hin daxwazên
aborî de raporekê pêþkêþ bike. Roporeke
wisa rastiya Amedê û herêmê (bakurê
Kurdistanê) nayîne ziman.’ Min ev noqte bi ducarkî
ji Yalçindag pirs kir. Gelo ji Enqereyê îþareteke
bi sînorhiþtina heyetê hatiye?
Yalçindagê got; ‘Ez di
wê baweriyê de nîn im. Ji vir diqewime. Odeya
Bazirganiyê car caran van organîzasyonan pêk tîne.
Ligel odeyê Baro û yên din jî hene.’
Yalçindag gotinek bi bîr xist ku Platforma Demokrasiyê
bi salan e heye û beriya niha bi Serokomarê demê
Suleyman Demîrel re jî hevdîtin çêkirine.
Berê jî me ‘kerameta’
vê ku îro li Enqereyê ye anîbû ziman.
Çu ‘kerametên’ wan nîn in. Têkiliyên
wan ên bi AKP’ê re tenghiþtina vê heyetê
‘kerameta’ wan vedibêje.
Belasebep nabêjim. Ev heyet ji
bilî MAZLUMDER’ê xwe wekî AKP’î nav
dikin. Ji bilî saziya navborî tevahiya yekgirtiyên
vê heyetê ew in ên li hemberî doza ji bo
girtina DTP’ê bêdeng mayîn û ji bo doza
girtina AKP’ê bi bangewaziyeke acîl li salona civînê
ya Odeya Bazirganiyê ya Amedê civiyan û gotiye
‘Partiya me tê girtin kanê em ê çi bikin?’
Di salonê de dema ev gotin hatiye kirin nûnerê
MAZLUMDER’ê îtiraz kiriye û gotiye; ‘Em saziyên
sivîl in hewce nake xwe bi partiyekê re îfade
bikin.’ Li ser vê îtirazê yekî din ji komê
bi helwesteke dêmtirþ li derdorên xwe dinêre û
dibêje; ‘Ka lê binêrin çu DTP’î di
nav me de hene yan ne?’
Ev diyalog piþtî doza girtinê
li AKP’ê hatiye vekirin di civîna vê heyeta ku
îro li Enqereyê de hatine lêvkirin. Dibe sibê
derketin van gotinên xwe înkar bikin. Lê tiþtekî
ku nikaribin înkar bikin jî heye.
Abdulselam Odabaþi. Karsazekî
Amedî ye û dezgehên wî yên bazirganiyê
jî hene. Abdulselam Odabaþi di heman demê de Endamê
Lijneya Rêveber a AKP’a Amedê ye. Li ser malpera
partiyê wekî endamê lijneyê kurtejiyana wî
jî heye. Di kurtejiyana xwe de damezrîneriya xwe ya ji
komeyên karsazan DÎSÎAD û GUNSÎAD’ê
bi lêv kiriye lê pêdivî pê nedîtiye
ku Serokatiya Meclîsa Odeya Pîþesazî û
Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bi bîr bîne.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-04-2008 10:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 09-04-2008 10:10 Views: 118
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 118