MalAdil Zozanî Konfederalîzma Demokratîk û Patiya sîwane
Konfederalîzma Demokratîk û Patiya sîwane
Mebest ji partiya sîwane, pêvejiyana
gelên Mezopotamya Jorîn û Anatolîayê ye. Yekemîn car Rêberê
KCK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe ya bi parêzeran re anî
ziman. Ocalan vê pêþniyarê di çarçoveya reçeteya ji bo
çareseriya pirsgirêka kurd aniye tîne rojevê. Qet guman pê navê
ku Ocalan di encama lêhûrbûneke berfireh de ev pêþniyar kiriye.
Ligel pêþniyarkirina Ocalan ev rojev
hat ber siyaseta kurd. Ev demeke siyaseta kurd, hem çaroçoveya vê
rojevê dinirxîne û hem jî hewldanên pratîk pêk tîne. Ango,
meselaya Partiya Sîwane (çati) di rojeva me de ye.
Lê fikar jî hene. Ji ber ku projeya
Partiya Sîwane baþ nehatiye îfadekirin. An jî bêyî ku nêrîn
di serê siyasetmedarên kurd ên ku dê vî barî bigirin ser milên
xwe de, zelal bibe proje ket ber nîqaþan.
Pêdiviya ji bo Partiya Sîwane çiye?
Divê piralî bê nirxandin. Çend rojan beriya niha bi serkêþekî
vê projeyê ve hin sohbetên me çêbûn. Fikara ku îro gelek
kurdên bi siyasetê re eleqedar li kolanê tînin ziman, min jê
pirs kir. ‘Gelo dibe ku Partiya Sîwane wekî tifaqa ji bo
hilbijartinê bê fêmkirin?’ Nivîskarê me Mem Mîrxan jî di
nivîsa xwe de ev fikar anîbû rojevê.
Bersiva min girtî ev bû: Partiya
Sîwane, projeyek li ser esasê yekgirtina feraset û komên cuda yên
siyasî ava dibe. Ango mînak DTP ji bo ku di nava vê sîwaneyê de
cih bigire, hewce nake nasnameya xwe ya tuzel fesh bike. Ev krîter
ji bo hemû, rêxistin û partiyên siyasî yên ku dê di bin
sîwaneya vê partiyê de cih bigirin desbasdar e.
Ango di heman demê de partiyek dê hem
ji bername û tuzuka xwe ya tuzel berpirsiyar be û di çarçoveya
bîrdoziya de bikaribe siyaseta xwe bimeþîne û hem jî dê li
hemberî krîterên hevpar ên di bin sîwaneyê de hatine parastin
berpirsiyar be.
Ocalan ev pêþniyar di çarçoveya
projeya Konferalîzma Demokratîk de aniye rojevê. Ligel pêkhatina
vê projeyê lingekî girîng ê Konfederalîzma Demokratîk tê
avakirin.
Ligel vê noqteyê hin aliyên din jî
yên vê projeyê hene. Ocalan ev demeke dirêj e ku hiþyariyên ji
bo berîhevdana gelan tîne ziman û bi israr dibêje heke ji nav
gelek birêxistinkirineke hevpar pêk bê, ev xetere dê ji holê
rabe. Partiya Sîwane ji bo vê yekê rêbazek e.
Lê heke siyasetên muxatabên vê
projevê, çi ji wan tê xwestin; baþ nenirxînin dê kêmasiyên
mezin derbikevin. Fikarên heyî belasebeb nîn in.
Heke ev mijar di çarçoveya
hilbijartinan de bê nirxandin, divê ji niha ve bê zanîn ku gelê
kurd xwe nade ligel projeyê. Lewra gel difikire ku tifaqên dema
borî tiþtek li siyaseta kurd zêde nekirine.
Mînaka Murat Karayalçin hê jî
nehatiye jibîrkirin. Piþtî hiljibartina 2004’an li Amedê me ji
Karayalçin pirsî; ‘Ji bo tifaqa ligel DEHAP’ê kiribû çi
difikirî?’ Karayalçin li dewsa dilxweþiyekê jibo kurdan bike,
þopmaniya xwe ya ji bo tifaqê anî ziman.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-05-2008 09:07 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 09:07 Views: 55
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 55