Heke çu teqleyên din neyên
vêxistin îro Dadgeha Makeqanûnê dê
dosyaya ji bo girtina AKP’ê binirxîne. Raportor
îdianameya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha
Bilind Abdurrahman Yalçinkaya ya ji bo girtina AKP’ê
nirxand û nêrîna xwe bi raporekê ji Dadgehê
Makeqanûnê re þand.
Îniya borî li ser çarçoveya
raporê hin agahî hatin dayîn. Li gorî
agahiyên hatine dayîn raportor li cihê ku nêrîneke
biserober îfade bike; du îhtimal vegotine. Yek ji wan; ji
ber ku delîlên hatine nîþandan têr nakin
dibe ku dadgeh dosyayê îade bike. Îhtîmala
duyemîn jî ew e ku dadgeh îdianameyê ji bo
vekirina dozê têr bibîne û prosedurê
darizandinê bide destpêkirin.
Ligel rîska ji bo nêrîneke
tekûz, qebûlkirina îhtimala yekemîn çêtir
dikeve riya aqil. Ango Dadgeha Makeqanûnê dê
îdianameyê têr nebîne û ji dosyayê
îadeyî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bike.
Tesarufeke wisa ya Dadgeha Makeqanûnê
dê rê li ber hin þîroveyan veke. Lê piraniya
raya giþtî ya tirk ku di serî de beþeke mezin a medyayê
dê ji vê biryarê razî bixuyê. Lewra
Serdozgeriya Komarê ji bo demekê dosyayê dê
di destê xwe de bihêle û dosya dê wekî
þûrê demokles li ser serê AKP’ê û
Erdogan bê hiþtin.
Lê heke îhtîmala
duyemîn pêk bê; vê carê bingeha
lihevkirina AKP’ê û eniya neteweperest ji holê
radibe û raya hilbijêrên AKP’î dê di
nava xwe de bibe du qisim. Qismek ji wan dê ligel Erdogan
tevbigere û dê li gorî teza ‘Tirk-Îslam’
tevbigere. Qismê din jî dê di nava xwe de bibe du
qisim. Yek ji wan dê nêzî rastiya xwe ya
olperestiyê bibe. Yên dimînin jî dê
nêzî Tevgera Kurdistanî bibin. Ango AKP dê
belave bibe. Lê pergala fermî ji ber ku alternatîfeke
wan nîne parçebûna AKP’ê naxwaze.
Dimîne îhtîmala
yekemîn. Ango Dadgeha Makeqanûnê dê di
çarçoveya du bijartekên raportor de dosyaya AKP’ê
binirxîne û dosyayê îade bike. Biryareke bi
vî rengî dê bê wateya peytkirina ‘Eniya
Neteweyî’ ya li hemberî gelê kurd. Jixwe ev ji
hefteyekê zêdetir e hewldanên ji bo peytkirina vê
eniyê hebûn. ‘Saziyên sivîl’ ên
patika wan bi qirêj demeke ji bo vê peytkirinê
Enqere ji xwe re kiriye baregeh. Ligel biryara Dadgeha Makeqanûnê
dê baregeha xwe belave bikin. Pêr Erdogan got;
‘siyasetmedar gavan pêþve diavêjin. Lê heke
þaþîtî hebin, dê vegera ji þaþîtiyê
jî hebe.’ Li gorî bernameya hatiye aþkerakirin þevê
dî jî hevdîtina wî ya bi Gul re pêk
bihata.
Îhtîmalên ji bo vê
yekê zêde nîn in. Dewleta tirk ji bo demekê
kêf kir û got me ruha kurdan a zindî teslîm
girt û Tevgera Kurdewer tepeser kir. Lê ligel pêngava
‘êdî bes e’ bi taybetî jî mitînga
Amedê ya di cotmeha 2007’an de pêk hatî pê
ve derket holê ku rastî ne wisa ye. Kurdan dest ji
daxwazên xwe yên ji bo mafên xwe yên kolektîf
bernedaye û li hêza xwe zêde kiriye. Çalakiyên
Gabar û Oramarê, meþa Qesrokê, Berxwedana Zapê,
meþa Amedê, pîrozbahiyên Newrozê û
berxwedana Wan, Sêrt, Colemêrg û Geverê
sewdayê siyaseta tirk ji serî bir.
AKP dê vê rewþê bi
kar bîne û ligel biryara Dadgeha Makeqanûnê
ya îadekirina îdianameyê dê bibe þerkêþa
‘Eniya Neteweyî’ ya li hemberî gelê kurd. Ango
îro li Enqereyê Dadgeha Makeqanûnê ligel
biryara xwe ya ji bo îadekirina îdianemayê dê
peytkirina ‘Eniya Neteweyî’ ya li hemberî gelê
kurd jî deklere bike.
Zêde nakêþe. Piþtî
çend saetan ev biryar dê bê aþkerakirin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 31-03-2008 10:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 31-03-2008 10:14 Views: 88
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 88