Ji destpêka mitîngên
di çarçoveya pêngava ‘êdî bes e’
þûnde nexþeriya gelê kurd her diçe zelaltir
dibe.
Heta niha gelek nirxandinên ku
rewþa heyî ya bakurê Kurdistanê diþibînin
destpêka salên 90’ê hatine kirin. Þîroveya
sereke ya ji so pêvajoyê destpêka salên 90’ê
tê kirin ew e: Gelê kurd bi gelek awayan pirên di
navbera xwe û dewleta tirk de avêtibûn. Ango gelê
kurd dewleta tirk di serê xwe de dikuþt.
Serokomarê demê Turgut Ozal
û Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di destpêka
sala 93’ê hewl da ku projeya pêkvejiyanê ya ji bo
gelê kurd û tirk vê çêkirin. Tê
zanîn ku gelek hevdîtin di vê çarçoveyê
de pêk hatin. Yek ji aktorên esasî yê wan
hevdîtinan Serokdewletê Iraqa Federal ê niha Celal
Talabanî bû. Her wiha rojnamegerên tu di navbera
Ozal û Ocalan de dihatin û diçûn jî
tên zanîn. Cengîz Çandar yek ji wan e yê
ku nasnameya wî aþkera.
Ji wê demê heta niha
pêjavoya borî pê þahid e ku Tevgera Azadiyê
girêdayî konsepta wê demê maye. Rêberê
KCK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku projeya pêkvejiyanî
têk neçe fedakariyên mezin nîþan dan. Lê
nebû. Ocalan ligel agirbesta 1’ê cotmeha 2006’an
peyama xwe aþkera dabû. Gotibû; ‘Ji bo pêkvejiyanê
ev derfeta dawiyê ye. Nebû, Tevgera Azadiyê dê
stratejiya xwe ya 15 salan biguherîne.’
Hikûmeta AKP’ê ev hiþyarî
li ber çavan negirt. Li dewsa ku bingeha pêkvejiyanê
xurt bike polîtîkayên înkar û îmhaya
gelê kurd xistin dewreyê.
Erdogan îradeya gelê kurd
tune hesiband û li ser rêbazên þîdetê
bi artêþê re li hev kir. Destdirêjiyên di vê
demê de li hemberî gelê kurd pêk hatine ji
yên hemû deman zêdetir bûne. Bakurê
Kurdistanê di sala 2007’an de ji demsala biharê heta
dawiya salê bû qada þer. Kanûna 2007’an pê
ve baþûrê welat jî ket ber van destdirêjiyan
û êrîþên li ser gelê kurd zêde
bûn.
Erdogan û serkêþên
artêþê (Buyukanit û Baþbug) difikirin ku îradeya
gelê kurd zeîf hatiye hiþtin û ligel hin þerekan
dê wekî çûçikên mirîþkan
her yek bi derekê ve belav bibe.
Lê wisa nebû. Gelê
kurd li ber xwe da.
Gerîlayên kurd li hemberî
teknolojiya þer a sedsala 21’emîn berxwedaneke ku sewda ji
serê dewleta tirk dibe nîþan da. Çalakiya Gabar û
Oremarê di payiza 2007’an de qudimên dewleta tirk
þikandibûn. Dewleta tirk ji bo ku bi ser xwe vê êrîþ
birin ser Qadên Parastinê yên Medyayê û
baþûrê Kurdistanê. Bi ser re çapemeniya xwe
xist dewreyê û þerê psîkolojîk meþand.
Lê derewên wan li ser malperên parvekirinê
hatin weþandin.
Ev têrî nekir li bejayiyê
êrîþ birin ser baþûrê Kurdistanê. Lê
vê carê jî berxwedana gerîlayan a Zapê
û serhildana gelê kurd a li çar parçeyên
Kurdistanê piþta wan þikand.
Niha jî dewlet ketiye nav
hewldanên tolhildêriyê. Psîkolojiya dewleta
tirk pir xerabe ye. Newroza Amedê dewlet kiriye
‘psîkolojîk-waka’.
Qaîdeyeke þer heye. Ketina pey
tolhildêriyê tê wateya têkçûna
kes an jî hêza þerxwaziyê dikin. Rewþa dewleta
tirk a îro ev e.
Li Wanê, Sêrtê û
Colemêrgê xwe li gelê kurd diceribîne. Dema
ev nivîs dihate nivîsin bûyerên li Geverê
jî dabûn destpêkirin.
Zêde pêdivî bi gotinê
nîn e. Têkçûna dewleta tirk nêz e.
Hestên tolhidirêriyê
wekî janeserê ye. Yê jan bi serê wî
ketiye çiqas bizavê bike zêdetir serê wî
jan dide. Tolhildêrî jî tiþtekî wisa ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-03-2008 08:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 24-03-2008 08:27 Views: 104
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 104