• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Xelîl Xemgîn arrow Çek bî þorbe-nîsk'
Çek bî þorbe-nîsk' Binivîse E-posta
 
Roja yekþemê dema min nivîsa xwe dinivîsand li Geverê coþa Newrozê hebû. Ajansan radigihand ku bi hezaran geverî bi xemla xwe ya ji bo cejnê daketine kolanan û Newroza xwe pîroz dikin. Lê hê jî min noqteya dawî li nivîsa xwe neanîbû, agahiyên ji bo êrîþên hêzên dewletê ketin ser ajansan.

Dîmên di nava nîv saetê de guherîbû. Piþtre çi çêbû, hewce nake ku dûr û dirêj li ser rawestim. Em hemû þêrê ku daketiye kolanên welat dibînin. Kolanên bajarên me yên ku beriya nîv saetê bi xemla cejnê pêçayî, piþtî nîv saetê bûn qada þer.

Dema min ev nivîs divîsî jî li Geverê þîna ji bo 3 rojan dabû destpêkirin…

Þîna li Wanê jî didomiya.

Her wiha li Colemêrg û Sêrtê jî xem dibarî.

Li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê hem xem û xem hem jî çalakî hebûn…

Çi bû, çawa çêbû?

Sedema bûyerên Wan, Sêrt, Colemêrg û Geverê çi ye?

Ji bo bersiva vê pirsê divê mirov li Newroza Amedê vegere. Lewma bersiva vê pirsê di rengê pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê de veþartiye.

Newroza Amedê bi yek gotin; þoreþa bakurê Kurdistanê bû û qetlîamên dewletê yên bajarên din bersivên ji bo vê þoreþê ne.

Divê gelê kurd vê peyamê baþ bixwîne û li gorî vê yekê helwesta xwe diyar bike.

Di serî de Amed bakurê Kurdistanê li hemberî qetlîamên li Wan û Colemêrgê pêk tên bêndeng nemîne.

Lewma refleksa dewletê ya li hemberî gelê kurd, ji rêzê nîn e. Dîmenên dijminatiyê derketine holê. Êrîþkariya li hemberî gelê pêdivî bo þîroveyê nahêle.

Refleksa dewleta tirk, refleksa dijminatiyê ye û li gorî min pirên biratiyê hatine avêtin.

***

Duh Tayîp Temel jî nivîsandibû. Ez jî dixwazim çend gotinan li ser heman mijarê binivîsim.

Gelê kurd di Newroza îsal de 5 þehîd dan.

Her wekî hostayê mezin Cegerxwîn jî aniye ziman li aliyekî þîn û girî, li aliyekî xebat û þer û li aliyekî jî coþ û pîrozbahî…

Ev her sê hêmayên jiyanê di nava hefteyekê de gelê kurd bi hev re jiyan. Bi taybetî berxwedana gelê kurd a li Wan û Geverê hêjayî bibîrxistinê ne. Lê ‘malîavayên’ HAK-PAR’î dema ku li van wargehên welat xwîn diherikî di restauranta otelekê de li Wanê Newroz ‘pîroz’ dikir.

Siyasetmedarên HAK-PAR’î yên ku PKK’ê rexne dikin û dibêjin; ‘di daxwazên gelê kurd de gav paþve hatiye avêtin’ dê ji bo vê rewþê çi bêjin meraq dikim…

Ew e pîrozbahiyên Newrozê dane destpêkirin heta niha çapemeniya tirk û siyaseta tirk ji nêz ve diþopînim. Bi heman refleksê tevdigerin û ji bo ku berxwedana gelê kurd reþ bikin çi ji destê wan tê dikin.

Ango li hemberî berxwedana gelê kurd bi refleksa dijminatiyê tevdigerin û ‘mirov dibêje nûçe û gotinên ji aliyê yek kesî ve hatine nivîsandin.’

Vêca niha em refleksa wan û ya xwe deynîn ba hev… Werin em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo neheq e ku tirk serdestî me kurdan bin?

Heke ev pirs ji bo we hinekî giran bê, ez hinekî nerm bikim: Siyaseta tirk neheq e bibêje ez ê kurdan bi þorbe û nîskê îkna bikim?

Heke ev pirs jî ji bo we tûj bê… Tiþtekî din ê ku ez bêjim nîn e.

Hema bêjin: ‘Çek bî þorbe-nîsk… û delîlo delîlo seyranê…’

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


26-03-2008 08:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 08:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 29-03-2008 08:32
Views: 120    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;